
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Tirkiyaya dagirker ve şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî gelên herêmê dimeşîne.
Desteyê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina avê, tevahî peymanên navneteweyî binpê dike.
Desteya Çandê got:
Em peyama xwe ya aştiyê ji tevahî cîhanê re dişînin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî xak û gelê me rawestînin û fişarê lê bikin da ku ji nû ve ava Çemê Firatê berde.”