Çavdêriya Sûrî: Li herêmên rejîmê 72 kes bi vîrûsa Corona ketine

Tevî tedbîrên asê yên ku rejîma Sûrî roj bi roj digire, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li herêmên rejîma Sûrî di nav de 128 rewşên di bin çavdêriya tenduristiyê de 15 kesên Iraqî û Îranî bi vîrûsa Coronayê ketine. Çavdêriya Sûrî bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike.

Tevî ku rejîma Sûrî ev çend car in idîa dike ku ti rewşên bi vîrûsa Coronayê ketine li herêmên wê peyda nabin jî, lê malperên civakî û Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov van idîayan derew derdixin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku beriya niha diyar kiribû ku Corona li 4 parêzgehên Sûriyê belav bûye, dazanîn ku jimara kesên di bin çavdêriyê de gihiştiye 128’an.

Çavdêriyê destnîşan kir ku 72 rewş ji wan bi encameke neyînî ji bin çavdêriya tenduristê derketine.

Çavdêriya Sûrî: Li bajarê Meyadîn 15 Iraqî û Îranî pê ketine

Her wiha li gorî Çavdêriyê tenê li bajarê Meyadîn ê Dêra Zorê ku di bin kontrola rejîmê de ye 15 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.

Ev kesên ku pê ketinê jî 4 Iraqî û 11 Îranî ne.

Çavdêriyê bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û li herêmên rejîma Sûrî dest bi lêkolînan bike.

Li gel ku rejîm heta niha bi israr e ku ti rewşên bi vîrûsê li herêmên wê tune ne, tedbîrên asê jî digire.

Rejîma Sûrî tedbîrên asê digire

Di vê çarçoveyê de rejîma Sûrî:

-Çûnûhatina navbera bajarên sereke de qedexe kir.

-Dever û bazarên giştî li tevahiya parêzgehan girtin.

-Hejmara karmendên li navendên ku gerek e karê xwe dewam bike kêm kir.

-”Xizmeta Leşkerî” talûqe kir.

-Çalakiyên leşkerî û werzîşî rawestandin.

Herî dawî jî serokê rejîma Sûrî Beşar El-Esed biryara ”efûkirina” hemû sûcên ku beriya dîroka 22’ê Adara 2020’an pêk hatine, da.

Back to top button