piştî 7 mehan cenazeyên sê koçberên din vegerandin başûrê Kurdistanê

Cenazeyê sê koçberên ji Başûrê Kurdistanê ku sala 2021’an de dema dixwestin derbasî welatên Ewropayê bibin û di Derya Ege de xeniqîbûn, îro cenazeyê wan vegerandin başûrê Kurdistanê.

Di saetên êvarê de cenazeyên sê koçberên ku ji navçeya Koye û jî bajaroka Bazyan a ser bi Silêmaniyê ne bi rêya Balefirxaneya Hewlêrê vegerandin Başûrê Kurdistanê.

Her du koçberên xelkê Koye ku zarokên bi navên Rêjwar Rêbwar ê 8 salî û Henase Hejar ê 5 salîne.

Her wiha koçbera ji Bazyan jî bi navê Emîre Osman a 33 sali ye.

Hat gotin cenazeyên her du zarokan li gundên wan hatin veşartin û cenazeyê din jî li Bazyan hat veşartin.

Kesûkarên qurbaniyan daxwaz ji hikûmeta Başûr kirin ku hewil bidin cenazeyên 20 koçberên din ên ku heta niha nehatine dîtin, bibînin û vegerînin Başûrê Kurdistanê.

Back to top button