24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê îro bi beşdariya 300 delegeyan li bajarê Venlo ya Hollandayê dest pê kir.
Di civînê de rapora xebat û encamên saziyê pêşkêşî delegeyan hat kirin.
Tê de hat diyarkirin ku dorpêça herêmî ya ku Kurd pê re rû bi rû dimînin tenê bi yekîtîya neteweyî dikare were derbaskirin.
Duh 24’emîn Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK li Venlo ya Hollanda hat û îro dê dewam bike.
Di civînê de mijarên wekî pêşketinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn û çarenûsa siyaseta Kurd hatin nîqaşkirin.
Rapora xebat û encamên saziyê pêşkêşî delegeyan hat kirin.
Di raporê de rîskên ku Kurd di asta herêmî û navneteweyî de pê re rû bi rû dimînin hatin rêzkirin.
Hevsengiyên Hêzên cîhanî û rastiya Kurd
Di raporê de pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn wekî “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn” hat nirxandin.
Hat destnîşankirin ku şerê hegemonîk a di navbera blokên Rojava û Rojhilat de teşe dide herêmê û hat gotin:
Ji bo ku Kurd di vê hevsengiyê de statuyeke mayînde bi dest bide divê dîplomasiyeke derve bimeşîne.
Li Rojava dorpêça Şamê û rîskên siyasî
Di raporê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serdemek krîtîk re derbas dibe.
Têkiliya ku bi Şamê re hatine pêşxistin dibe ku di demek kin de demê qezenc bike.
Rejîma Şamê jî li parlamentoyê tenê çar kursiyan ji Kurdan reveqetandiye ê ev yek nêzîkatiyê wê nîşan dide.
Li Başûr gefa parçebûn û tecrîdê
Her wekî hat gotin , nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de bandorek neyînî li ser aramiya siyasî çêdike.
Li Rojhilat lawaziya rejîmê û Tevgera Civakî
Îran jî di aliyê leşkerî û aborî de windayiyek cîdî jiya û rejîm wekî berê ne bi hêz e.
Piştî agirbesta herêmî ya gengaz wê tevgera civakî bêtir xuya bibe.
Nîqaşên diyalogê tên li Tirkiyeyê
Di raporê de her wiha cih da nîqaşên li Tirkiyeyê yên li ser têkilî û diyaloga ku bi rêya Rêber Abdullah Ocalan tê kirin.
Hat destnîşankirin ku ev rewş nîşan da ku pirsgirêka Kurd û rastiya siyasî ya Kurd nayê înkarkirin.
“Divê tevgera siyasî ya Kurd koordînasyona stratejîk a hevpar pêş bixe”
Di raporê de nexşerêya ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên dorpêçkirin hat rêzkirin. Li gorî vê yekê:
Pêvajoyên diyalogê yên gengaz ku li Tirkiyeyê werin meşandin divê li ser bingeha misogeriya destûrî û hiqûqî bin,
Divê tevgera siyasî ya Kurd koordînasyona stratejîk a hevpar pêş bixe.
Lazime li Başûr sazûmankirina hikûmetê were temamkirin.
Pêwîste têkiliyên siyasî, aborî û civakî yên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de werin xurtkirin.
Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê berxwedana civakî were mezinkirin.
Piştre delege û nûnerên saziyan di Desteya Giştî de axivîn.
Nêrînên xwe li ser polîtîkayên serdema nû, kêmasî û pêşîniyên KNK’ê anîn ziman.



