Şandeyeke Awisturyayê, îro gihîşt Daîreya Têkiliyên Derve ya rêveberiya xweser li Qamişlo.
Şande ji aliyê berpirsên Daireya têkiliyan ve hat pêşwazîkirin..
Cîgirê hevseroketiya Daireya Têkiliyan, Fener El-Giêt der barê rewşê de ji şandeyê re nirxandin kir û got:
“Rêveberî bi zehmetiyên aborî û mirovî yên mezin re rû bi rû ye. Nexasim bi girtina deriyê sînor ê Til Koçerê re û nederbaskirina alîkariya pêwist ji herêmê re..”
Her wiha El-Giêt behsa xeteriya kampên Hol û Roj jî kir û got:
“Zarok û jinên di van kampan de, li ser îdeolojiya terorê perwerde dibin..”
Ev yek jî rê li ber zindîbûna DAIŞ vedike..”
Endama Parlementoya Awisturya ya ji Partiya Kesk Eva Dzic got:
“Planên serokê dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî ne û divê civata navneteweyî rêgezên bingehîn ên pergala navneteweyî biparêze.”
Eva Dzic got: “Ez wek endameke parlamentoyê dixwazim nas bikim ku em dikarin çawa alîkariya xelkê li vir bikin.”