Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Şehbayê, gelek pezên şêniyan, bi topên dewleta Tirk mirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundê Hesic-ka û Um El-Qura yên Şehbayê dan ber topan.
Di van êrişan de zeviyên çandiniyê û pezên welatiyan bûn hedef.
Şêniyê bi navê Mihemed Casim ê ji gundê Um El-Qura ku şivane, got:
“Ji ber topbaranê 4 pezên wî mirin û gelek jî birîndar bûn..
Şêniyên herêmê di radeya yekemîn de xwe dispêrin xwedîkirina sewalan û çandiniyê ku her tim tên hedefkirin.”
Koçberê bi navê Ebdo Hisên jî axivî û got:
“Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze herêmê vala bike.
Em di mayîna li ser xaka xwe de bi israr in û emê nehêlin were dagirkirin.”
Welatiya bi navê Semîra Omer jî got:
“Dewleta Tirk a dagirker hewl dide me ji xaka me derxîne, lê em ji wê û cîhanê re dibêjin; em xwediyê vê xakê ne, em ê jê dernekevin, em ê vegerin Efrînê..”