Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li ser gundêkî Minbicê de ciwanek şehîd bû.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyanî da..
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mezret El-Cerad a li bakurê bajarê Minbicê topbaran kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
Di encama topbaranê de ciwanê bi navê Mihemed Xalid El-Mihemed ê 23 salî dema di nav zeviyên çandiniyê de dixebitî şehîd bû.