Artêşa Tirk a dagirker û komikên xwe yên çete rojane êrîşan dibin ser herêmê û dawiya şeva borî dîsan gundên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî kirin armanc.
Gundên ku ji aliyê artêşa dagirker ve hatin topbarankirin, Elqemiyê û Şewarxayê bûn.
Bi vê êrîşa dawî, ev herdu gundên navborî sê caran di nava rojê rastî êrîşên dagirkeriyê hatin.
Heman dagirkerî her wiha gundên Evdiko û Kopirlîkê yên Girê Spî jî topbaran kirin.