Şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hindirîn-Asayîş, di nav de serçeteyek, 5 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞê li Dêra Zor û Hesekê girtin.
Navenda Hevahengî û Çalakiyên Leşkerî ya QSD’ê ragihand ku Yekîneyên Antî-Teror çeteyekî payabilind ê DAIŞ’ê ku li ser berhevkirina agahiyan û plankirina êrîşan kar dikir, li başûrê Hesekê girt.
Çek û belgeyên ku bi çeteyê navborî re bûn jî, ketin destê şervanan.
Navendê her wiha diyar kir ku li herêma Şihêl a Dêra Zorê jî 4 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞê ku tiliya wan di bûyerên kuştina sivîl û armanckirina hêzên ewlekariyê de hebûn, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin girtin.
Di vê operasyonê de jî çek û belge hatin dîtin.