Gerîlayê HPG’ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Şehbaz Seydo (Canfeda) ê ku di berxwedana li herêma Avaşînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Hesekê hate bibîranîn.

Şehbaz Seydo (Canfeda) 3’yê Adara 2017’an de tev li refên Hêzên Parastina Gel (HPG) bû û 3’yê Nîsanê 2021’an di berxwedana li herêma Avaşînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo şehîd Canfeda merasîmeke li goristana Şehîd Dijwar li dar xist. Şêniyên bajar û gundewarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Kongreya Star û dayikên gerîlayan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê û tûrana leşkerî ya şervanên YPG û YPJ’ê dest pê kir.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî û got: “Gerila li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ku hemû çekên giran û yên qedexekirî bi kar tîne, berxwedaneke lehengî raber dikin û şehîdan di oxira jiyaneke bi rûmet ji bo tevahî pêkhateyan û rizgarkirina gelên bindest de canê xwe feda kirin.”

Bi navê Meclisa Kantona Hesekê Pîroz Cûdî jî got: “Dagirkeriya Tirk di her carê de ku êrişî hêzên me dike bi vîn û îsrara gelê me têk diçe.”

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

Back to top button