Di bombebarana balafirên Iraqê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ya Iraqê ragihand ku şeva borî balafirên şer yên Iraqê yên ji cûrê F-16 nuqteyek ya komên çeteyên DAIŞ’ê ku dikeve sinorê parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama bombebaranê de hemû çeteyên ku di kozikê de bûn hatin kuştin û kozika wan jî bi temamî hatiye ruxandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku piştî bombebaranê hêzên wan çûne cihê hatî hedef girtin

Û da zanîn ku ev kozika çeteyan yek ji kozikên herî mezin ya paşmayiyên çeteyên DAIŞ’ê ye ku têde gelek çek û cebilxane û teqemenî jî hebûn.

Hêjayî gotinê ye demeke hêzên ewlekariyê yên Iraqê li herêmên Kerkûk û Diyale operasyonên berfireh li dijî çeteyên DAIŞ’ê destpê kirine.

Rojane nuqte û kozikên çeteyan tên hedef girtin.

Di heman demê de di nav bajaran de jî şaneyên wan yên veşartî tên girtin.

Back to top button