Anthony Blinken: Em normalîzekirina bi Beşar Esed re red dikin

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken got welatê wî heta pêşketineke siyasî ya rasteqîn bi rêya NY′yê çenêbe, destekê nade normalîzekirina bi hikumeta Şamê re.

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken da zanîn ku DYA destekê dide biryara Neteweyên Yelbûyî (NY) ya 2254′an, ji ber ku çareya yekane ya bidawîkirina şerê li Sûriyê ye.

Blinken bi rêya telefonê ji hempîşeyê xwe yê Urdinê Eymen El Sefedî re got Washington normalîzekirina bi rejîma Beşar Esed re red dike.

Wezîrên karên derve yên Sûriye, Misir, Iraq, Siûdî û Urdinê li Emanê ji bo rêbazên normalîzekirina bi Sûriyê re di çarçoveya çareseriya siyasî de civiyan.

Her wiha Blinken destnîşan kir ku DYA normalîzekirina bi rejîma Esed re heta pêşketineke siyasî ya rasteqîn bi rêya NY′yê çênebe, red dikin.

Back to top button