Balafirên Urdunê êrişî parêzgeha Siwêdayê kirin.
Di encamê de, jin û zarok di nav de, 9 welatî hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer yên Urdunê êrişî başûrê Sûriyê kir.
Her kêm 2 mal li başûrê parêzgeha Siwêdayê bûn armanca êrişan.
Çavdêriya Sûrî: Di êrişa Urdunê 9 kes hatin kuştin
Di encamê de, jin û zarok di nav de, 9 welatî hatin kuştin.
Her wiha cihên ku hatin bombebaran bi temamî hatin rûxandin.
Ji serê salê ve, ev êrişa 3’emîn e ku Urdun li nava xaka Sûriyê pêk tîne.
Li Humsê dinava çeteyên DAIŞ û çekdarên Îranê de şer
Li çolistana rojhilatê Humsê çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyên çekdarên Îranê kirin.
Di encamê de 3 çeteyên DAIŞ û çekdarekî Îranê hatin kuştin.
Piştre çeteyên DAIŞ`ê ber bi çolistana Sûriyeyê ve vekişîn.