Xelkê Eyn Îsa bo Rûsya: Ev êriş dibe sedema DAIŞ zindî bibe

Li herêmê êrişên dewleta Tirk a dagirker tên şermzarkirin.
Li Kantona Cizîr, Tebqa, Kobanê û Şehbayê bi çalakiyên cuda êrişên hatin şermezarkirin.
Li Eyn Îsa jî xelk li ber navenda Rûsan kom bûn û gotin,
Ev êriş dibin sedema zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê.

Xelkên Eyn Îsa li dijî êrişan meşiyan.

Meş li ber bargeha hêzên Rusyayê veguherî mêtingê.

Li wir şandeyek bi fermandarên Rûsiyayê re civiyan.

Şandeyê di hevdîtinê de, îşaret bi sutgirtina çeteyên DAIŞ’ê ya ji van êrişan kir û got:

Eger êrişên dewleta Tirk dewam bikin wê çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî bibe.

LI HERÊMÊ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK HATIN ŞERMEZARKIRIN

Xelkên kantona Tebqayê li dijî êrişan meşiyan.

Bi heman aramcê Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Şaredariyan daxuyaniyê cuda dan.

Xelkê bajar bang li gelê herêmê kirin ku li dijî êrişan asta berxwedan û tekoşînê bilindtir bikin.

Her bi heman armancê Ciwanên Çil Axa jî li qadan bûn.

Di meşa ciwanan de peyama parastina desketî û xurtkirin têkoşînê hate dayîn.

Sazî û rêxistinên hunerî û çandî yên kantona Firatê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî pîvanê navneteweyî ne.

Her wiha hate destnîşankirin ku bêdengiya civaka navneteweyî nîşaneya erêkirina êrişan e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê jî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya li Şehbayê hate dayîn de, malbatên şehîdan banga girtina qada esmanî li pêş balafirên bêmiorv werin.

Li Tirbespiyê jî konê çalakiyê roja 2’an bi peyama berxwedan û tekoşînê bi dawî bû.

Back to top button