12 sal cezayê girtîgehê li rêveberê bankayek Hikûmeta Başûr hate birîn

Desteya Destpakiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku, 12 sal cezayê girtîgehê ji bo rêveberiya bankayek a hikûmetê ya li parêzgeha Diyale hat birrîn.

Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihan ku Dadgeha Cezayan a Diyale li gorî benda madeya 316 ya di yasaya cezayê de, li dijî rêveberê berê yê Banka Çandiniyê beşa Beledrûz, bi tometa gendelî û perepêdana 224 milyon û 749 hezar û 750 dînar, 12 sal cezayê girtîgehê lê biriye.

Her wiha hat gotin ku di sala 2015’an de qasî 119 milyon û 445 hezar û 750 dînar gendelî kirine.

Di sala 2016’yan de qasî 105 milyon 304 hezar dînar hatiye gendelî kirin.

Desteya Destpakiyê herî dawî eşkere kir ku tometbar li sûcê xwe mikûr hatiye ku pereyên bi qasît dihat dayîn ji bo armancên xwe bikaraniye.

Back to top button