Meclîsa Jinan a HDP’ê û KCD’ê bi rasthatina 7. salvegera Komkujiya Parîsê daxuyanî dan û jinên şoreşger ku bi destê dewleta Tirk hatibûn şehîd xistin bibîranîn.
Meclîsa Jinan a HDP bi daxuyaniyekê şoreşgerên jin ên Kurd ku li Parîs û Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin bi bîr anîn.
Di daxuyaniya HDP’ê de hate gotin, “Di komkujiyê de Jinên têkoşer, bûn hedef û hewl dan ku wan bêdeng bikin.”
Meclîsa Jinan a HDP destnîşan kir ku tevî 7 sal derbas bûn heta niha berpirsyarê komkujiyê nehatine darizandin û got, “Emê xwedî li mîrateya azadiyê ya hevrêyên xwe derkevin.”
7,salvegera Komkujiya Parîsê
KCD: Berpirsên Komkujiya Parîsê wê hesab bidin
KCD’ê jî bi daxuyaniyeke niviskî komkujiya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez şermezar kir.
KCD’ê diyar kir ku Sakîne Cansiz ji ber yek ji pêşenga Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û xwedî roleke mezin bû rastî êrîşê hat.
KCD’ê destnîşan kir ku heta niha komkujî nehatiye ronîkirin û bang li Fransa û civaka navneteweyî kir ku li dijî komkujiyê bêdeng nemînin û ji kujeran hesab bipirsin.



