Dewleta Tirk 320 koçberên Idlibê li Efrînê bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiya Efrînê, beşeke din ji koçberên Idlibê li Efrînê bi cih kir.

Dewleta Tirk a dagirker nêzî 20 malbatên çeteyan yê ji Idlibê hatibûn li malên Efrîniyan ên li Gundê Dîkê û navçeya Bilbilê bi cih kir.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di 2 rojên dawî de zêdetirî 300 malbat li gundên rojhilatê sînor ê navçeya Bilbilê hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker 250 malbatên çeteyan yê ji Idlibê hatibûn li gundên navçeya Mabata û 50 malbat li navçeya Şeran û bi dehan malbatên çeteyan jî li navçeya Cindêrisê bi cîh kirin.

Tevî vê yekê hat diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk ji bo malbatên çeteyan bi cîh bikin li şêniyên Efrînê jî zextê dikin ku malên xwe ji van re vekin.

Her weha çeteyan hejmarek zêde yê şêniyên Efrînê yên Kurd jî bi darê zorê dan koçberkirin.

Li aliyekî din, hat diyarkirin ku çeteyên El-Şerqiye jî 15 avahiyên ku desteserkirine, bi kirê didin koçberên Idlibê.

Leave a Reply

Back to top button