Desteya firîna sivîl a Îranê bi raporekê eşkere kir ku pirsgirêkeke teknîkî di balafira Ukrayna ya ketî de rû da. Lê belê ji ber şik û gumanên di ketina balafirê de Ukrayna jî bûyerê lêkolîn dike.
Di raporê de hat diyarkirin ku berî ku bikeve berê firokeyê li balefirgehê bû û ziyan gihiştine herdu sendûqên wê yên reş.
Desteyê diyar kir ku agahiyên destpêkê yên derbarê bûyerê de ji Ukrayna, Emerîka, Swêd û Kanadayê re hatin şandin.
Ji aliyê din ve Serokê Ukraynayê Volodîmêr Zîlêniskî roja 9 Çile’yê weke roja Şînê ya netewî ragihand.
Hikumeta Ukrayna bi çavê gumanê li bûyerê dinêre û dûr nabîne ku balafir bi êrîşekê ketibe xwar.
Li gorî Konseya Ewlekariya Netewî û parastinê ya Ukraynayê, pisporên Ukraynayê ji bo lêkolînkirina bûyerê çûn Tehranê.
Şahidekî bûyerê jî diyar kir ku beriya ketina balafira rewiyan dengê 2 teqînan hate bihîstin û ev yek gumanên Hikumeta Ukraynayê zêde kirin.
Balafira rêwiyan a Ukranî ya ji cûreyê Biong NG-737 duh li Tehranê, piştî firîna wê ji balefirgeha Xumeynî bi demeke kurt, ket xwarê û 176 kesên tê de jiyana xwe ji dest dabûn.