Li bajarê Kobanê bi beşdarbûna 6 tîman, turnuveya ping pongê ya jin û mêran dest pê kir.
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê turunuveya ping pongê bi beşdarbûna 6 tîman li ser asta herêmê organize kir.
Turnuve bi maça di navbera tîma herêma Firat û Tebqayê de li hola werzîşê ya Şehîd Mesûd a li bajarê Kobanê dest pê kir.
Turnuva wê sê rojan dewam bike û tîmên ji Dêrazor, Efrîn, Firat, Reqa, Minbic û Tebqayê li hemberî hev bilîzin.
Di merasîmê vekirina turnuveyê de şandeyeke Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endam û rêveberên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê û Yekitiya Werzîşê amade bûn.