ŞEHÎD DIYAR SERÊ KANIYÊ LI GORISTANA ŞEHÎD RUSTEM CÛDÎ HAT OXIRKIRIN

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê şehîd Diyar Serêkaniyê li Goristana Şehîd Ristem Cûdî oxir kirin.

Şervanê YPG’ê Ehmed Îsa bi nasnav Diyar Serêkaniyê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû.

Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi karwanekî ber bi goristana şehîd Rustm Cudî ya li gundê Berkevirê ketin rê.

Li wir merasîmek leşker hat lidarxistin.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniyê Beyar Emîn û li ser navê YPG’ê fermandar Îmad Serêkaniyê axivîn.

Kesên axivîne sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, rola şehîdan di serxistin û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine bidestxistin, bi bîr xistin.

Piştre cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button