Afrîkaya Başûr: Putin beşdarî lûtkeya BRICS nabe

Serokê Rûsya Vladimir Putin ji civînên li derveyî welat dur dikeve.
Her dawî Afrîkaya Başûr ragihand ku wê Putin beşdarî lûtkeya BRICS ya îsal bê lidarxistin nebe.

Serokatiya Afrîkaya Başûr teqez kir ku ev biryar “lihevkirineke hevbeş” di navbera her du welatan de ye.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) di meha Adarê de ji bo Putin biryara girtinê derxistibû.

Afrîkaya Başûr wek endamekî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, mecbûr mabû ku dema Serokê Rûsyayê derbasî xaka welat bû, wî bigire.

Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa got;

Girtina Putin tê wateya ragihandina şer li dijî Rûsyayê.

Beriya niha, Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji rojnamevanan re got;

Her kes “bêyî ku ji wan re were ravekirin” fêm kir ku eger girtin pêk were, ev yek tê çi wateyê.

BRICS tîpên despêkê yê navê 5 welatên lûtkeyê birêve dibin e.

Ew jî , Brazîl, Rûsya, Hindistan û Afrîkaya Başûr e.

Back to top button