Li Îsraîlê nerazîbûnên li dijî reforma dadweriyê

Li Îsraîlê protestoyên li dijî reforma dadrêsî ya nakok didomin.
Piştî xwepêşadanên berfireh, 161 endamên hêzên asmanî yên yedek dest ji erka xwe berdan.

Ji ber îsrara serokwezîr Benjamin Netanyahu ya di reforma dadwerî de çalakiyên li Îsraîlê bi dawî nabin.

Piştî xwepêşandanên berfireh li gelek bajaran û bi taybetî li paytext Tel Avîvê, hêzên asmanî yên Îsraîl ê jî beşdarî çalakiyan bûn.

161 kes ji hêzên asmanî yên Îsraîlê îstîfa kirin

161 endamên hêzên asmanî yên yedek yên Îsraîlê dest ji erka xwe berdan.

Di dema îstîfayê de hate ragihandin ku ew dev ji postên xwe berdidin.

Di daxuyaniya hevpar ya 161 kesan de hate ragihandinê ku ew li dijî reforma dadweriyê ne.

Her wiha di nameyê de hat gotin:

“Pêvajoya erêkirina dawî ya van qanûnan pêvajoyeke fermî û kurt e.

Lê ew ê welat bi awayekî girîng biguherîne û ji demokrasiyê veguherîne dîktatoriyê.”

Di nav nava leşkerên ku îstîfa kirine de, du lîwayên general jî hene.

Her wiha di nav wan de gelek serleşker, kaptan, operatorên firokeyên bêmirov û efserên îstixbaratê jî hene.

Lê tevî hemû nerazîbûnan jî hikumeta Netanyahu di mijara reforma dadwerî de bi îsrare.

Her wiha xwendina yekem a pêşnûmeya sereke ya reforma dadwerî ya nakok ji aliyê parlamentoyê ve hat pejirandin.

Reforma Darazê ya Netanyahu li Tel Avîv hat protestokirin

Back to top button