HPG: Li Zapê 15 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li Qada Zapê bi pêşengiya gerîllayên jin, li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk hatin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de 15 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha derb li 2 dronan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama “Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê” daxuyaniya rojane da.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk careke din ji ber derbên ji gerîllayên Kurdistanê xwarine, 38 caran êrişên bi çekên kîmyewî pêk anîn.

Her wiha qadên berxwedanê jî 56 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku bi pêşengiya gerîllayên jin rêzeçalakî li hemberî hêzên artêşa Tirk pêk hatine û têkildarî encama wan ev agahî dan:

  • Li herêma Zapê

18’ê Gulanê danê nîvro, dagirkerên li herêma Kurojaro bûn armanca lêdana bi çekên giran.

20’ê Gulanê dagirkerên ku dixwestin xwe li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan bi cih bikin, bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de 4 dagirker hatin kuştin.

Her wiha derb li pergala kamereyên şopandina hate xistin.

Li Qada Şikefta Birîndaran jî hêzên artêşa dagirker ên xwestin ber bi çeperên şer ve pêş de werin hatin hedef girtin.

Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Roja 21’ê Gulanê artêşa Tirk çeperên şer ên Şehîd Hewrê bi teqemeniyan bombebaran kir.

Paşê dema xwest pêşde were, ji aliyê gerîlla ve hat astengkirin.

Di çalakiya sabotajê de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Berxwedan di nava tevgerê de bûn, ketin bin kontrola gerîllayên YJA Starê.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

21’ê Gulanê çeperên şer ên Qada Kurojaro ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombebarankirin.

Piştî êrişan, komeke dagirker bi kincên parastina li hember gazên kîmyewî xwest ber bi çeperên şer ve bi pêş ve were.

Gerîllayên YJA Starê li dijî vê komê rêzeçalakî pêk anîn.

Di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Li Qada Şikefta Birîndaran jî droneke teqemenî lê barkirî ji aliyê gerîlla ve hate derbkirin.

Dîsa li qadên Şikefta Birîndaran, Karker û Çemço helîkopterên artêşa Tirk xwestin bombebaranê bikin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla neçar man ji qadê dûr bikevin.

Back to top button