Li Hesekê merasîma xiyabî ya du gerîlayên YJA-Star hate lidarxistin

Li gelek deverên herêmê merasîmên şehîdan hebû. Li Hesekê merasîma xiyabî ya du gerîlayên YJA-Starê ku di êrişa kîmyewî de şehîd bûbûn hate lidarxistin. Her wiha li Til Koçer û Şedadê jî şehîd hatin oxirkirin.

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîma xiyabî ya du gerîlayên YJA-Starê ku li Zapê di encam êrişa kîmyewî de şehîd bûbûn lidarxist.

Bi sedan welatiyên Hesekê li goristana Şehîd Dijwar beşdarî merasîma şehîd Evîn Şêxo bi nasnav Sema Agirîn û Sîmav Hesen bi nas nav Zîlan Besê bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Qasim axivî û diyar kir ku bi saya lehengên li Zap, Avaşîn û Metîna dê dewleta Tirk a faşîst bi binkeve.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî fermandar Avînar Dêrik got:

“Dewleta Tirk a dagirker çiqasî êriş bike û hewl bide vîna gelê Kurdistanê bişkîne jî, ew ê nikaribe armanca xwe pêk bîne.”

Di dawiya merasîman de nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê HPG her du gerîlayên YJA-Starê di 17’ê Nîsanê li herêma Zapê şehîd bûbûn.

Şehîd Beşar El-Mihêmêd bi merasîmekê li Til Koçerê hate oxirkirin

Li navçeya Til Koçer jî merasîmên şehîdan hebû.

Bi sedan welatiyên Til Koçerê, Hêzên Senadîd û Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan goristana şehîd Uqab Eswed û şehîd Beşar Sedam El-Mihêmêd oxir kirin.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Senadîd û malbata şehîd axafitin hatin kirin û peyama bilindkirina têkoşînê ya li ser rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê cenazeyê şehîd Beşar di nava tilîlî û dirûşmên dilsoziyê de spartin axa pîroz.

Şehîd Beşar dema ku li ser erka xwe bû di encama êrişên şaneyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Şehîd Beşar Xelef bi merasîmekê li Şedadê hate oxirkirin

Her wiha li Şedadê jî merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayiz Xelef El-Elî hate lidarxistin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Fayiz ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve bir.

Li goristanê, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê axaftin hatinkirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Back to top button