MSD’ê û 5 partiyên din êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkîldarî êrişan daxuyaniyek da û bang li gelê Sûriyeyê kir ku bi hev re li hemberî êrişan bisekinin.
Her wiha 5 partiyên siyasî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bînin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin.

Hate diyarkirin ku êriş qanûnên navneteweyî binpê dike û gefeke xeternak li ser ewlehî û aştiya herêmê çêdike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî, DYA û federasyona Rûsyayê ya li hemberî êrişan jî hatin şermezarkirin û hate gotin:

“Bêdengiya li hemberî van sûcan paşguhkirina nirxên mirovî û rêgezên bingehîn ên edalet û mafên mirovan e.”

MSD’ê di daxuyaniyê de bang li dewleta Sûriyeyê û welatên Ereban kir ku berpirsyariyên xwe bi dih bînin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di dawiyê de bang li gelê Sûriyeyê kir ku bi hev re li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinin.

Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Sûriyeyê, Yekitiya Kedkarên Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê jî bi heman awayî êrişê şermezar kirin

Partiyan bang li civata navneteweyî kir li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bînin.

Desteya Watanî ya Erebî: Êrişên Tirkiyê sûcên şerin

Back to top button