Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker a 2 rojên dawî eşkere kir.
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku ew ê erka xwe ya parastina herêmê bidomînin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkîldarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.
Hêzên ewlekariyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di nava 2 rojên dawîn de gelek binpêkirin pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê bîlançoya êrişên 2 rojên dawîn wiha ye:
“Stasyona petrolê ya Ude, stasyona Siwêdiyê ya xaz û kehrebeyê, 11 bîrên petrolê
Stasyonên kehrebeyê yên li Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Qamişlo, Kobanê, Eyn Îsa û Rimêlan.
Aşxaneya Dirbas a li Amûdê, navenda Temwînê ya li Dirbêsiyê, navenda çandiniyê ya li Tirbespiyê û depoyên genim ên li gundewarê Til Temirê.
Şirketa Nêrgiz a li gundewrê Qamişlo, depoyeke pêdiviyên avahaziyê, bendava Başûtê ya li gundewarê Dêrikê, çewilka sewalan a li gundewarê Kobanê.
Depoyeke genim li Kobanê, kargeha helawê û tehînê ya li Qamişlo, dibistana fêrkirina ajokariyê ya li bajarokê Girbawî yê li gundewarê Qamişlo û holeke şahiyan li Dirbêsiyê.
Her wiha dagirkeran 15 gundên Kantona Cizîrê jî bombebaran kirine.
Li Kobanê 3’ê gundên Kobanê û navçeya Eyn Îsa rastî êrişan hatiye.
Di êrişa li ser gundên Minix û Eyn Deqnê yên Şehbayê de jî mala welatiyê bi navê Xalid Hiso hat bombebarankirin.
Li gorî daxuyaniyê di êrişan de jinek û 2 zarok jî di nav de 6 sivîl birîndar bûn.
Asayîşê têkîldarî bendên kontrolê yên hêzên xwe jî ev agahî parve kir:
“Li Eyn Îsayê 2 bend, li Qamişloyê bendek, li Tirbespiyê bendek û li Dêrik jî bendek hate bombebarankirin.
Asayîşa bajarê Qamişlo jî 3’ê caran hedef hate girtin.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin di êrişê de girtîgehek hatiye hedefgirtin û ji ber êrişan zirar gihîştiye girtiyan û girtîgehê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku li hember van êrişan ew ê zêdetir li ser erkê xwe bin û biryardariya ji bo pêkanîna erkên heyî hîn zêdetir be.
Rêveberiya Xweser Encamnameya êrişên dagirkeriya Tirkiyê eşkere kir