Salvegera 8. a Komkujiya Parîsê

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-E bi rasthatina salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand. TJK-E diyar kir ku yê fermana Komkujiya Parîsê da, Erdogan bû, lewma divê bê darizandin.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê TJK-E bi rasthatina salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand.

TJK-E destnîşan kir ku Komkujiya Parîsê tevî ku ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hatiye ronîkirin jî, bêceza hatiye hiştin.

TJK-E got:

Di nava van 8 salan de, komkujiyên nû hatine kirin.

Dewleta Tirk li Rojava, Efrîn, Serê Kanî, Şengal, Bakur û Başûrê Kurdistanê, sûcên nû li dijî mirovahiyê kirine.

Tirkiye ji bo temamkirina Qirkirina Kurdan a 100 salî, konsepta şerê topyekûn dimeşîne, êrîşî pêşengên xeta azadiya jinê û têkoşîna hebûnê kir.

Ji damezrînerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz (Sara), ji nûnerên dîplomasiya Kurdan a li sirgûnê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi rengekî hovane hatin kuştin.

TJK-E anî ziman ku ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û biryardariya wan a ji bo hesabxwestina kirinên wan ji her demê zêdetir e.

TJK-E pêngava 100 sedem ji bo darizadnia dîktaror bi bîr xist û anî ziman ku:

Bi rêya vê pêngavê em careke din dixwazin ku sûc, komkujiyên jinan ên ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve hatine kirin, bên cezakirin.

TJK-E herî dawî diyar kir ku ji bo hesabpirsînê ji berpirsyarên komkujiya Parîsê:

Wê di 6 Çileyê de li pêşiya Balyozxaneya Fransayê bin, 9’ê Çileyê, di serî de Parîs, li Fransa, Almanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Skandînavya, Awûstûrya, Kanada, Îngilistan, Îtalya û hemû welatên Ewropayê, em ê daxwaza xwe ya ji bo darizandina Erdogan ê fermana komkujiyê da, bilind bikin.

Back to top button