Çalakiya greva birçîbûnê di roja 32 de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dabû destpêkirin bi koma 7’emîn di roja 32’yan de berdewam dike. Her wiha welatparêzê bi navê Bekîr Sitki Keçecî yê ku di sala 1999’an de 273 roj di rojiya mirinê de ma, bang li hemû Kurdan kir ku bibin dengê girtiyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAKJ’ê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, bi koma 7 û di roja 32’an de li dar e.

Li aliyekî din jî binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike.

Rêveberiya Girtîgeha navçeya Tarsûsê ya bajarê Mersînê pêdiviyên şekir, lîmon û xwê yên girtiyên di greva birçîbunê de, nadin wan.

Girtî Vedat Bektaş, bi rêya telefonê agahî da malbata xwe û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê piştî ku ew ketine girevê, helwesta xwe guhertine û zextên xwe zêde kirine.

Bektaş, bang li raya giştî kir û xwest ku li hember çalakiya wan hestiyar tev bigerin.

Girtiyê ku 273 rojan di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan

Her wiha welatparêzê bi navê Bekîr Sitki Keçecî yê ku di sala 1999’an de 273 roj di rojiya mirinê de ma, bal kişand li ser çalakiya gireva birçîbênê û got:

Tecrîd li Îmraliyê dest pê kiriye, lê belê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Li girtîgehan hemû sepanên wek hev hene.

Tecrîdkirina rêberek tevgera netewî, divê li dijî wê were derketin. Lazim e polîtîkaya tecrîdê bi temamî were bidawîkirin.

Pêwîst e girtiyên nexweş, zarok, jinên zarokên wan hene, werin berdan û sînordarkirinên li ser girtiyan werin rakirin.

Ne pêkan e ku mirov li hemer rewşeke wisa bêdeng bimîne.

Bekîr Sitki Keçecî bang li hemû Kurdan kir ku beriya cenaze ji girtîgehan derekevin, rabin ser piyan û bibin dengên giritiyan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya wargeha Mexmûrê di roja 11 de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya penaberên wargeha Mexmûrê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî di roja 11’a de û bi koma 6’an didome.

Back to top button