Efrîn..çeteyan navçeya Şiyê ji bo avakiriana baregeheke leşkerî malên sivîlan desteser kir

Di çarçoveya guhartina demografî de dagirkeran li navçeya Şiyê ji bo avakirina wargehek nû ji malbatên xwe re bi darê zorê 39 hezar metreçargoşe ji erdên şêniyan desteser kirin.

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de jî, çeteyên Tirk zextê li şêniyên resen dikin da ku neçar bibin dest ji mal û melkên xwe berdin.

Li navçeya Şiyê, çeteyan 39 hezar metreçargoşe ji erdên şêniyan yên derdora klînîka tenduristiyê ya bajêr desteser kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî diyar kir ku şêniyan di bin gefxwarinên çeteyan de neçar man li ser peymanên firotina erdên xwe îmze bikin.

Çeteyan ji bo avakirina wargeheke nû ji malbatên xwe re jî erdên heft malbatên ji bajarê Şiyê desteser kirin.

Li gorî rêxistinê, li wargehê wê derdora 200 malî were avakirin, ew jî wê bi rêya rêxistineke Tirkî û bi destekdayîna dewleta Qaterê pêk bê.

Rêxsitinê diyar kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide çeteyên ku bi rêya peymanên herêmî û navneteweyî anîne, di van wergehan de bi cih bike.

Li navçeya Cindirêsê ji sivîlekî du milyon û nîv hat standin

Heman rêxistinê destnîşan kir ku çeteyên dagikeriya Tirk milkên şêniyê bi navê Xelîl Murad yê ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê destser kirin.

Xelîl ji bo milkên xwe vegerîne, necar ma ku du milyon Lîreya Sûrî bide çeteyan.

Li gorî heman rêxistinê Xelîl ji bo valakirina mala xwe ji çeteyan milyon û nîv Lîreya Sûrî daye.

Back to top button