TJK-E: Ji bo darezandina dîktator Erdogan me 235 hezar û 727 îmze kom kirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa TJK-E ji bo darezandina Erdogan bi 235 hezar û 727 îmez serî li NY û saziyên navneteweyî yên pêwîst daye.

TJK-E di 25’ê Mijdarê de li dijî kirinên desthilat, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, dest bi kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ kiribû.

Qonaxa yekem a kampanya îmzeyan 4 meh in dom kir û li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re hate parvekirin.

Daxuyaniya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê bi amadebûna aktivîstên TJK-E, endamên PYD û gelek jin pêk hat.

Li ser navê TJK-E’yê Neslîhan Kiliç daxuyanî da û got:

Jinên Kurd di pêvajoya 4 mehan de di çarçoveya kampanyayê de, li her cihê cîhanê 235 hezar û 272 hezar îmze kom kirin.

Li gel dosyaya ku sûcên dîktator Erdogan li xwe digire ji bo darezandina Erdogan, serlêdanên pêwîst ji bo Neteweyên yekbûyî û saziyên navneteweyî hatine kirin.

TJK-E’ di dawiyê de dibêje, me bi vê kampanyaya xwest bibin dengê bi sedan jinên ku bi destê dewlet û çeteyên wê hatin kuştin.

Back to top button