18 sal in rêwîtiya ber bi roja 4’ê Nîsanê ve

Gelê Kurd di 4’ê Nîsanê ku Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e bi navê “Rêwîtiya ber bi Rojê” ber bi gundê ku lê hatiye dinê meşê pêk tînin û 18 sale tevî qedexeyan her sal pêk tê û ev roj tê pîroz kirin.

Her sal di 4’ê Nîsanê de bi navê “Rêwîtiya ber bi Rojê” ve 18 sal in dimeşin Amarayê.

Kurd û dostên kurdan îsa ji bo 74’emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wê biherikin gundê Amara.

2004’an de Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên girtiyan meş pêk anî û ji her çar alî Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran kes tevli bûn.

2005’an de tevlibûna gel zêdetir bû. Ev meş hat astengkirin.

Gelê ku di êrişan de derketin ser giran nivîsên “Rojbûna te pîroz be” nivîsin û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin.

2006’an ji ber serhildanên 28’ê Adarê wê salê jî meş hat astengkirin.

Kurdên li perava Çemê Firat hatin gel hev û ew roj pîroz kirin.

Meşa 2007’an bi dirûşma “Tenduristiya te tenduristiya me ye” hat lidarxistin.

2008’an de jî di serî de ji Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyê bi dehezaran kes li taxa Alîgor a Pirsûsê hatin gel hev û rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

2009’an de jî bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” meşa ber bi Amara pêk hat.

Dema gel ber bi Amara ket rê polîsan êrîş kir, bi sedan kes birîn bûn û xwendekarên zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan û ciwanê ji Pirsûsê Mustafa Dag hatin kuştin.

Meşa 2010’an bi dirûşma “Vejîna te vejîna me ye azadiya te azadiya me ye” pêk hat.

2011’an li Xelfetiyê 2012’an bi hezaran kes ketin rêya Amarayê.

Gel tevî astengiyan li Alîgorê hatin ba hev û wê rojê pîroz kirin.

2013’an de bi sedhezaran kesî ji bo rojbûna rêber Abdullah Ocalan berê xwe dan Amarayê.

2004’an de rêber Abdullah Ocalan peyamek ji Îmraliyê şand.

Peyama rêber APO wiha bû:

“Ez îro bi we re li Amarayê li ser sifreya rojê ya hatiye avakirinê me. Ez di serî de jin û ciwanan hemû gele me emanete hişmendiya azad dikim. ”

Bi pêşengiya KCD’ê, TJA’yê, DBP’ê û HDP’ê 2015- 2016-2017 de bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî” meş pêk hatin.

2018 û 2019’an jî mala ku rêber Abdullah Ocalan lê hatibû dinê dorpêç kiribûn, tevî vê jî 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza tecrîd bê rakirin greva birçîbûnê dabû destpêkirin û ev grev li hemû girtîgehan belav bû û mohra xwe li dîrokê da.

2020’an de jî ji ber vîrusa koronayê qedexe hat ragihandin.

2021’ê de jî heyetek ku ji KCD, TJA, DBP û HDP pêk dihat ji bo biçin Îmraliyê ketin rê, tevî astengiyan ew roj hat pîroz kirin.

2022’an de jî komên ku astengî derbas kiribûn li gund pîrozbahî pêk anîn.

Back to top button