Li Skotlandê serokê nû Yûsiv dest bi kar kir

Serokwezîrê nû yê Herêmî yê Skotlandê Hamza Yûsiv, piştî sondxwarinê dest bi kar kir.

Ji bo merasîma sondxwarinê li paytext Edninburghê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de serokê Dadwerî û dadwerên payabilind amade bûn.

Piştî sondxwazirênê Yûsiv bû serokwezîrtê nû yê welat.

Tê payîn ku Hamza Yûsiv ê 37 salî ku bi eslê xwe Pakistanî ye, kabîneya xwe ya nû eşkere bike.

Yûsiv yekem serokwezîrê Misilman yê Skotlandê ye

Beriya niha Serokwezîra Skotlandê Nicola Strungeon ragihandibû ku ew ê ji erka xwe îstifa bike.

Ji bo diyarkirina serokwezîrê nû di 27’ê adarê de li parlamentoyê dengdan pêk hat.

Piştî dengdanê doh Hamza Yûsiv weke serokwezîrê nû hate hişbijartin.

Bi vê yekê re Yûsiv bû yekem serokwezîrê misliman yê Skotlandê.

Bavê Hamza Yûsiv bi eslê xwe pakistanî ye ku 1960’î koçberî Skotlandê bûne.

Dayîka wî jî li Kenyayê di malbateke Asyaya Başûr de hatiye dinê.

Back to top button