Rojnamevan Silêman Ehmed ev 46 roj agahî jê nayê girtin

Ev 46 rojin agahî ji Rojnemevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Di derbarê revandina Rojnamevan Silêman Ehmed de Rojnamevanên germiyanê danzanîn ku pirsgirêka desthilatê li gel dengên azad heye.
Her wiha gotin,desthilata PDK’ê bi zextan dixwaze rojnamevanan çav tirsandî bike.

Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 46 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Rojnamevanên Germiyanê di derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed û azadiya karê rojnamevanî ya li Başûrê Kurdistanê axivîn.

Rojnamevanên Germiyan: Pirsgirêka desthilatê li gel dengên azad heye

Rojnamevan Azad Osman da zanîn girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin û got:

“Tişta li Silêman Ehmed hatî kirin, revandine.

Rê nayê dayîn malbat û parêzer wî bibînin.

Ev rewş gumanên li ser dosya Silêman Ehmed zêde dikin.

Mixabin gelek caran tesfiyekirinên siyasî li ser rojnamevanan tên kirin.”

Di derbarê rewşa revandina Silêman Ehmed de Azad Osman wiha nirxand:

“Desthilat hertim dixwaze kirasek yasayî li kiryarên ku dike bike.

Ji ber vê çendê tometên ku dixin li ser rojnamevanan tometên nerastin û dixwazin rojnamevanan tesfiye bikin.”

Rojnamevan Dilşad Enwer jî balkişand zextên li dijî rojnamevanên Başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman:

“Li başûrê kurdistanê bêdengkirina dengê rojnamevanan berdewame.

Niha hinek çalakvan û rojnamevanên Behdînanê hatine girtin.

Her wiha rojnamevan Silêman Ehmed jî ku xelkê beşeke din ê Kurdistanê ye û hatiye li vir karê rojnamevanî dike, ji ber heman hişmendiyê hate girtin

Pirsgirêka desthilatê li gel dengên azad heye”

Dilşad Enwer di dawî de girtina Silêman Ehmed weke gaveke tirsonekî pênasekir û got:

“Girtina Kurdek ji beşeke din ê Kurdistanê ku ev der wek cihê xwe dizane, şermek mezin a desthilata Herêma Kurdistanê ye.

Tomet avêtina ser rojnamevanan karê tirsonekane û gel ji wan bawer nake.”

Rojnamevan Silêman Ehmed 45 rojin agahî jê nayê girtin

Back to top button