Rojnamevan Silêman Ehmed 45 rojin agahî jê nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ev 45 rojin agahî jê nayê girtin.
Derbarê revandina Silêman de Hevserokê PENa Kurd banga serbestberdana wî kir.
Her wiha rojnamevan û çalakvan jî diyar kirin ku revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve berevajiyê mafê rojnamevanane û gotin:”Azadî ji bo rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên Kurdistanê.”

Ev 45 rojin Rojnamevan Silêman Ehmed revandiye.

Gumana malbat û hevalên wî li ser jiyana wî her diçe zêdetir dibe .

Ji bo vê yekê Hevserokê Navenda PEN’a Kurd Omer Fîdan bi Nûnerê Hikûmeta Başûr yê YE’yê Dilawer Ajgeyî re civiya.

Di civînê de rewşa azadiya rojnamevanan li Başûrê Kurdistnanê hat niqaşkirin .

Li vir Omer Fîdan daxwaza berdana Silêman ji Dilawer Ajgeyî kir.

Li ser daxwaza Fîdan, Ajgeyî soz da ku ji Hikûmeta Başûr daxwaza zelalkirina rewşa Silêman bike.

“Xeterî li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistanê heye”

Rojnamevanê bajarê Hewlêrê Hejar Enwer jî, di derbarê heman mijarê de axivî.

Rojnamevan Hejar Enwer diyar kir ku rewşa rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê xirab dibe û got:

“Metirsiyek mezin li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistanê heye.”

“Em ê bi yek dengî azadiya Silêman Ehmed bi dest bixin”

Hejar Enwer dawiyê bang kir ku divê rojnamevan û dezgehên ragihandinê bi yekdengî daxwaza azadkirina Silêman bikin.

“Azadî ji bo rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên Kurdistanê”

Di çarçoveya kampaniya “Em daxwaza berdana rojnamevan Silêman Ehmed dikin” de, çalakvan Nima Nerîman peyamek bi dîmen parve kir.

Nima Nerîman got, “Azadî ji bo rojnamevan Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên Kurdistanê.”

Rojnamevan Silêman Ehmed 44 rojin agahî jê nayê girtin

Back to top button