Rojnamevan Silêman Ehmed 43 rojin agahî jê nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ev 43 roj ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.
Derbarê mijarê de rojnamevan Hengaw Haşim ragihand ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed, binpêkirinek eşkere ye û got: “Revandin bûye diyardeyek, divê di demek nêz de Silêman Ehmed were berdan.”
Her wiha CPT’ê banga serbestberdane rojnamevanên girtî kir.

Rojnamevanê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hat revandin, ev 43 rojin agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe guman û xeterî li jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK’ê di daxuyaniya xwe de bi eşkere gefa cezakirinê li Silêman Ehmed kirin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Narîman Ehmed, diyar kir ku PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê pêre bikin.

Ajansa Rojnewsê jî destnîşan kir ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.

“Revandina rojnamevanan ji aliyê desthilatê ve bûye diyardeyek”

Derbarê revandina Silêman Ehmed de, rojnamevan Hengaw Haşim axivî.

Rojnamevan Hengaw Haşim da zanîn ku revandina Silêman Ehmed ji aliyê ewlekariya PDK’ê ve, binpêkirinek eşkere ye li dijî rojnamevanan e û got:

“Revandin û binpêkirina rojnamevanan li gel vê desthilatê bûye diyardeyek.

Desthilat karê rojnamevaniyê tevlî karê siyasî dike, dixwaze dijî rojnamevanan yasayek derbixe.”

rojnamevan Hengaw Haşim bang li aliyên pewendî dar kir ku cih û tenduristiya Silêman were eşkere kirin.

CPT’ê bangaserbest berdana her 4 rojnamevanên girtî kir

Tîma Kurdistana Iraqê (CPT) kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî bi bîr anî û banga berdana 4 rojnamevanên di girtîgehên Başûr de ku bêsûc hatine, girtin kir.

Derbarê mijarê de CPTyê daxuyaniyek da û got:

“Gefên li ser rojnamevan û çalakvanan berdewam in.

Niha li Başurê Kurdistanê rojnamevan Qereman Şukrî, Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê di girtîgehê de ne.

Divê di demek nêz de her 4 rojnamevan bên berdan.”

Back to top button