QSD: Fermandar Ronî Welat bi êrişeke tirsonek şehîd bû

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku endamê meclisa wan a leşkerî û endamê fermandariya Meclisa Dêra Zorê, Şêrwan Hesen bi nasnav Ronî Welat di encama êrişeke tirsonek de şehîd bû.

“Em ê dilsozên armancên hevalê xwe şehîd “Ronî” bin û kujeran ceza bikin”

Bi vê gotinê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk şehadeta endamê Meclisa Leşkerî ya QSD’ê û endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Şêrwan Hesen bi nasnasv Ronî Welat ragihand.

Li gor daxuyaniya QSD’ê, fermandar Ronî, di encama êrişeke terorane ya tirsonek li rojhilatê Dêra Zorê de şehîd bûye.

Fermandariya QSD’ê bi vî rengî behsa şehîd Ronî dike:

Ew aşiqê axa welatê xwe bû û jiyana xwe di oxira wê de feda kir.
Bêyî dudilî, di salên dirêj de berdêl daye
Nexasim li dijî DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyê
Ji Minbicê bigire heta bi Reqa, Dêra Zorê, têkoşîneke mezin li dijî DAIŞê kiriye
Her wekî wî cihê xwe di damezirandina Erka Xweparastinê de jî girtiye

Fermandariya QSD’ê behsa Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li Dêra Zorê jî dike û eşkere dike ku fermandar Ronî roleke mezin di lihevanînê de li kêleka êl û rûspiyan gerandiye û ji kesên destpêkê şerê fitineyê kiriye.

Li Dêra Zorê, di pêvajoya piştî DAIŞê de, xwedî risteke mezin a jinûveavakirin û damezirandina saziyên leşkerî û rêveberî de bû, lewra bû armanc êrişên dijminane.

QSD: Em ê hesab ji kujeran bixwazin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk sersaxî ji şervanên xwe, gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî û malbata şehîd re xwest û soz da ku wê bidin dû kujeran heta wan ceza bikin.

Li gor daxyaniyê nasnameya şehîd wiha ye.

Nav: Şêrwan Hesen
Nasnav: Ronî Welat
Dîroka jidayîkbûnê: Qamişlo
Dîroka Şehadetê: 5 Kanûn 2023/Dêra Zorê

Back to top button