Şêwirmendê taybet yê Qeys Xez Elî serdana ‘Tifaqa Hêz û Pêkhateyên Şengalê’ kir

Şêwirmendê taybet Serokê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî, Dr.Hebîb serdana Şengalê kir.
Û bi berpirsên ‘Tifaqa Hêz û Pêkhateyên Şengalê’ re hevdîtin kir û got: “Em dixwazin peywendiya xwe li gel tifaqa li gel Şengalê bihêz bikin û wan vexwînin bajarên xwe yên li Başûrê Iraqê. Herwiha dixwazin hinek projeyan li Şengalê pêşbixin.”

Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar ji aliyê Hisên Hacî, Dawid Cindî û Dr.Hebîb ve hate dayîn.

Destpêkê berpirsê malbenda YNK’ê Dawid Cindî xêrhatina Dr.Hebîb kir û got:

“Em keyfxweşin bi pêşwazîkirina şandeyeke wisa ji aliyê Şêx Qeys Xez Elî ve.

Sedema serdana vê şandeyê jî şopandina rewşa li herêmê ye.

Ji bo xelkê Şengalê bibin xwediyê erdê xwe jî Şêx Qeys Xez Elî hewldanek taybet kir.”

Di dawiyê de Hevserokê PADÊ Hisên Hacî jî axivî û xêrhatina şandeyê kir û got:

“Em jî xêrhatina we dikin û hêvî dikin, hûn peyama me bi zelalî bigihîn Şêx Qeys Xez Elî.

We jî şahidiya rewşa Şengalê kir û dît, çiqas ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye paşgûhkirin.”

Back to top button