Alîkarê Berpirsê Malbenda YNK a Qereçoxê Reşad Gelalî têkildarî hebûna MÎT’ê ya li Mûsil, Kerkûk û Hewlêrê axivî.
Reşad Gelalî diyar kir lihevkirinên aliyên herêmê û Iraqê bûye sedema zêdebûna tevgera MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê.
Saziya Îstixbaratê ya PDK’ê Parastin û Mît’a Tirk bi hev re li Başûrê Kurdistanê kar dikin.
Parastin li Başûrê Kurdistanê bi taybetî herêmên ku PDK lê serdest e, bûye çav û guhê MÎT’ê.
Di her warî de rêvberiyê jê re dike, diparêze, bi çek dike û dihewîne.
Heta gihaye wê astê ji MÎT’ê zêdetir li dijî pêşeng û şoreşgerên beşên din ên Kurdistanê kar dike, zextê dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewle hatin girtin, demê dawî de têkiliyek xurt di navbera PDK û MÎT’ê de lihevkirinek hatiye îmzekirin.
Li cihên ku PDK lê ne wê navendên nû yên MÎT’ê bên avakirin, ji xerciya wê bigire heta bicihkirin û parastinê li ser PDK’ê be.
Reşad Gelalî-alîkarê berpirsê malbenda YNK a Qereçoxê
Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) a Qereçoxê Reşad Gelalî têkildarî tevger û hebûna MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê axivî.
Reşad Gelalî: Nêzîkî 30 navendên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê heye
Reşad Gelalî diyar kir ku bi vekirî û eşkere navendên Tirkiye li herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê heye û wiha got:
Ji bo piştrastkirina van gotinan belgeya herî baş ew e ku nêzîkî 28-30 navendên hikûmeta Tirkiye li herêma Behdînan heta Sîdekanê heye.
Ev yek jî tê wê watê ku Tirkiye bi kêfa xwe li Hewlêr dîsa dezgeha MÎT û îstixbaratê li Hewlêrê di nava tevgerê de ye.
Gelalî: Hewlêr ji bo MÎT’a Tirk bûye stargeh
Gelalî bal kişand ser qetilkirina şoreşger û welatparêzan ên direvin Hewlêrê û ev agahî da:
“Hemû bikujên têkoşer û şoreşgeran ên li Silêmanî şehîd dikin, berê xwe didin Hewlêrê.
Ev yek tê wê wateyê ku Hewlêr ji bo wan bûye stargeh.”
Reşad Gelalî diyar kir cweveşartina MÎT’a Tirk a li Hewlêrê ji bo siberojê li herêmê bê xeter e û û got:
Li gorî min wê ziyanek mezin bide hem siberoj û hem jî rûmeta Kurdan.
Gelalî: Ji bo ziyangihandina şoreşgerên Kurd alîkariya MÎT’ê dikin
Alîkarê Berpirsê Malbenda YNK a Qereçoxê Reşad Gelalî di dawiyê de diyar kir armanca lihevkirina van hêzan tenê ji bo ziyangihandina şoreşgerane.