HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku di 15’ê Hezîranê de li Xakurkê şehîd bûn, eşkere kir.
HPG diyar diyar hevrêyên wan bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan û got: “Rastiya PKK’ê ya ku têk naçe bi şênberî nîşan dan.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên ku di 15’ê Hezîranê de li Xakurkê şehîd bûn, daxuyaniyek da.

HPG’ê çalakiya 15’ê Hezîranê ya li qada Şehîd Şahan ku 18 dagirker hatin kuştin bi bîr xist û wiha got:

Di şer de û bombardûmana dijmin a piştî şer, hevrêyên me Asya, Azad û Koçer ên bi ruhê fedaî yê Apoyî pêşengî ji vê çalakiyê re kirin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Keça leheng a xelkê Karadenîzê Asya, ewladê sosyalîst ê hêja yê gelê Elman Azad û nûnerê ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurd Koçer ê ji Rojhilatê Kurdistanê, bi vê çalakiyê bûn nûnerên heqîqeta bilind a PKK’ê.

HPG diyar diyar hevrêyên wan bi wêrekiyeke mezin û ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiyan.

HPG’ê: Bi ruhê fedaî rastiya PKK’ê ya ku têk naçe bi şênberî nîşan dan

“Hevreyên mê bi rengekî şênber rastiya PKK’ê nîşan dan ku têk naçe.

Ruhê fedaî, hişmendiya neteweya demokratîk, fikrê sosyalîzmê yê bilind ên van hevrêyên me yên leheng temsîl kirin.

Di nava felsefeya Apoyî de gihîştin hev û bûn navê havêna doza me ya azadiyê.

Em sozê didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.”

HPG’ê di serî de ji malbatên hêja yên hevrê Asya, Azad û Koçer de sersaxî ji gelên Tirk, Elman û Kurd ên welatparêz re xwest.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir

Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahîyên derbarê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Asya Kanîreş
Nav paşnav: Kadriye Tetîk
Cihê jidayikbûnê: Ordû
Dayik: Nazîfe
Bav: Nazîfe-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Hezîrana 2023 / Xakurkê

Nasnav: Azad Şerger
Nav paşnav: Thomas Johann Spîess
Cihê jidayikbûnê: Maînbûrg-Elmanya
Dayik: Anton
Bav: Chrîsta
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Hezîrana 2023 / Xakurkê

Nasnav: Koçer Medya
Nav paşnav: Diyako Saîdî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik:Tamîna
Bav: Sidîq
Dem û cihê şehadetê. 15’ê Hezîrana 2023 / Xakurkê

Back to top button