Li Helebê Komploya Navneteweyî bû mijara panelekê

Nivîsgeha Têkilî û Lihevkirinên Dîplomatîk a Kongra Star a Helebê bi dirûşma “Bi vîna jinên azad em komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan têk bibin” panelek li dar xist.

Panel li kafêterya Talê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxist.

Bi dehan rewşenbîr, nûnerên partiyan, saziyên sivîl û rêxistinên jinan tevlî panelê bûn.

Di panelê de endama Koordînaysona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî û diyar kir ku komplo li dijî pradîgma azadiya jinan, jiyana ekolojî ya demokratîk û têkoşîna gelan a ji bo azadiyê ye.

Nûnerê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûrî Îsam Ezûz jî got:

“Pêşkêşkirina fikrê neteweya demokratîk ji aliyê rêber Ocalan ve ku dikeve xizmeta Rojhilata Navîn, rê li pêşiya hemû nakokî û pirsgirkên heyî digire.

Çalakvana civakî ya li Fînlandiya dimîne Fehîme Muheydîn Seydo jî diyar kir ku fikrê Ocalan jinên têkoşer ava kir berovajî daxwaza pergalên faşîst ku jinan di sînorên mitbaxê û malbatê de dihêlin.

Back to top button