Çalakiya ciwanên Şengalê ya li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê bi dawî bû

Li Dijî komploya navnetewî û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, çalakiya konvedanê ji aliyê Ciwanên Êzidxanê ve hatibû destpêkirin, di roja 3’an de bi daxuyanyekê bidawî bû.

Di 8’ê Cotmehê de li Geliyê Kersê, li Baxçeyê Serok Apo bi peşêngiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê çalakiya konvedanê hatibû despêkirin.

Çalakiya ciwanan di roja sêyem de bi daxuyaneyekê bidawî bû.

Di nava van sê rojan de bi sedan gelê Şengalê tevî serok eşîr, jin, ciwan û nûnerên sazî û rêxistnên Şengalê seredana kon kirin û piştgirtiya xwe a ji bo konê çalakiyê nîşandan.

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzidî daxuyanyek hate dayîn û gotin:

“Çawa li her derê ji bo azadiya Rêber Apo gel di nava tekoşînê de ye û ciwan çalakiyan dikin, em jî wek ciwanên Êzidî wê her li ser piya bin, çalakiyên me tenê bi konvedanê re sînordar namînin.

Back to top button