Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Dola Baleyan a li herêma Balekayetî bi dijwarî bombebaran kir.
Di saetên êvarê de balefirên artêşa Tirk a dagirker carek din zozanên Derbî ya li Dola Baleyan a girêdayî bajaroka Qesrê ya serbi Çomanê ve bombebaran kirin.
Li gor ajansa Rojnews’ê, beriya niha jî gelek caran balefirên dewleta Tirk a dagirker heman cih bombebaran kiribûn.
Her wiha diyarkir ku ew cihê hatî bombebarankirin cihek ku welatî lê çandinî û lawirvaniyê dikin.
Li gorî agahiyan ji ber bombebarana artêşa Tirk ziyan bi bax û rezên welatiyan keti ye.