”Weke gelê Amazîxî em piştgirî didin têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd”

Serokê Partiya Dayikê ya Lîbyayê û Serokê berê yê Kongreya Amazîxî Fethî Bin Xelîfe axivî û got:
“Weke gelê Amazîxî em piştgirî didin têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd.”
Her wiha em piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”

Li Lîbyayê gelê Amazîxan têkoşîna mafên xwe yên rewa û parastina nasname û zimanê xwe didomînin.

Serokê Partiya Dayikê ya Lîbyayê û Serokê berê yê Kongreya Amazîx a Cîhanê Fethî Bin Xelîfe bersiva pirsên ANF’ê da.

Fethî Bin Xelîfe qala girîngiya hebûna gelê Amazîxiyan li Lîbyayê û berxwedana wan ya li welat û têkiliyên di navbera wan û Kurdan de kir û got:

“Ji bo ku em Amazîxiyên li Lîbiyayê nas bikin, pêwîste paşeroja wan bê naskirin.

Li gorî tê gotin Amazîxiyên ku li Lîbyayê dijîn û bi zimanê Amazîxî daxivin, ew Amazîxî ne ku piranî li herêmên peravî, çolî û çiyayî dijîn.

Lê di rastiyê de gelê Lîbya bi xwe Amazîxî ne.

Bi demê re asîmle bûne û zimanê wan guheriye û bûye Erebî.

Lê kevneşopî, kevneperstî, şêwaza jiyanê, xwarin û vexwarin mîna hev in.

Li Lîbyayê ti kom tune ne ku xwe bi çandekê ve girê bidin, belê her kes mîna hev dijîn.

Cîhanê Fethî Bin: Em piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd

Serokê Partiya Dayikê ya Lîbyayê Cîhanê Fethî Bin di dawî de wiha bahsa gelê kurd kir:

“Di navbera her du gelan de tiştên wekhev hene.

Mîna ku her du jî rastî heman siyasetên qirkirinê hatine.

Ez dibînim ku rewşa kurdan ji ya Amazîxiyan zehmetire.

Ji ber ku dijminên me li bakurê Efrîqiyayê tenê Ereb û Misilman in.

Lê dijminê Kurdan, Ereb, Tirk û Fars in. Em piştgirî didin gelê Kurd û dibêjin; “Em bi we re ne.”

Her wiha hevrêyên me yên kurd jî hene ku her tim serê me bi wan bilind e.

Em piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna wan ya serxwebûnê.”

Fazela Mihemed: Hevgirtina navneteweyî dê azadiyê bîne

Back to top button