Salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê

Di rojeke weke îro de bajarê Kobanê ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
26’ê Çileya 2015’an şervanê Kurd navûdengiya DAIŞ’ê li Kobanê şikandin û ala serkeftinê li asîmanê kobanê bilind kirin.
134 roj şervanên kurd bi qehremanî û berxwedaneke bêhempa li hemberî rêxistina terorîst a herî xurt li herêmê şer kirin.
Belê … îro salvegera 9’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ye.

Belê… 26’ê Çileya 2015 saet 3 kêm 10 deqe, şervanekî Kurd mizgîniya rizgarkirina Kobanê bi deng û dîmen da.

Ev weke kêliyeke dîrokî ya rojavayê Kurdistanê û mirovahiyê tê naskirin.

Piştî 134 rojan ji berxwedaneke efsaneweyî û bê hempa şervanên Kurd bi serkêşiya YPG û YPJ’ê bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

9 sal di ser rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê re derbas bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê bi hovîtiya xwe dihatin naskirin, ti bajar û rêxistinên leşkerî li hemberî wê xwe ranedigirtin.

Bajarê Mûsilê li Iraqê mînakeke pêbawer e ku artêşa Iraqê çawa li DAIŞ’ê şikest û bajar ji dest da.

Daiş’ê bi desteka Tirkiyê dixwest heman senaryoyî li Kobanê jî pêk bîne. Lê rastî şervanên Kurd xwediyên vîn û bîrdoziyê hatin.

Şervanên Kurd bi pêşengtiya YPG’ê û YPJ’ê bi rengekî efsaneweyî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, li ber xwe dan û navûdengiya Daiş’ê li herêmê şikandin.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya parêzerên xwe peyam şand û ev şer bi şerê rûmetê yê sedsala 21’emîn bi nav kir.

Kobanê nimûneya hevgirtina di navbera gel û şervanên wê de bû.

Şêniyên Kobanê li kêleka şervanên xwe di çeperên rûmetê de cî girtin û bajarê xwe parastin.

Di şert û mercên herî zehmet ên vî şerî de şêniyên Kobanê ji pişt şervanan neçûn û bi her awayî destek dan wan.

Hinekan rahiştin çekê, hinekan jî di warê lojîstiîk de ketin seferberiyê.

Di vî şerê 134’an de rola şervanên Jin YPJ’ê qet nayê jibîrkirin.

Bi çalakiyên fedayî mîna ya Arîn Mîrkan ku xwe li çiyayê Meştenûrê ji bo rê li ber pêşveçûna çeteyan bigire, xwe teqand.

Arîn Mîrakan û hevalên wê roleke pêşeng di rizgarkirina Kobanê de lîstin.

Li Kobanê ne tenê DAIŞ’ê têk çû, planên Tirkiyê jî li tevahî herêmê pûç bûn.

Her wiha bû destpêka rizgarkirina bajarên din ên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ev 9 sal in, 26’ê çile bi şahî û govend wek roja serkeftinê tê pîrozkirin.

Back to top button