Li Awustralyayê mêtingeriya Îngîlîzan hat şermezarkirin

Awustralî di Roja Awustralyayê” de ku salvegera mêtingeriya Înglîzan a welêt e şermezar kirin.
Hin Awustralî jî vê rojê weke “Roja Dagirkeriyê” bi nav dikin.

Bi hezaran kesan li parlamentoya eyaleta Vîktorya ya li Melbornê kom bûn.

Komên beşdar bang kirin ku li seranserî welêt rojeke fermî ya şînê bê îlankirin.

Li Melbornê beriya vê rojê du peykerên ku dîroka mêtingeriyê ya Awustralyayê nîşan dide zirar lê hat dayîn.

Peykerê James Cook, efserê deryayî yê Brîtanî ku di sala 1770 de nexşeya peravên Sydney xêz kir, ji lingê xwe ve hate birîn û peykera Qralîçe Vîktorya jî bi rengê sor hat boyaxkirin.

Serokwezîr Anthony Albanese anî ziman ku roja neteweyî ji Awustralyayan re fersendek e ku “li ser her tiştê ku wekî neteweyek bi dest ketine rawestin û bifikire”.

Roja Awistralyayê salvegera hatina 11 keştiyên Brîtanî yên ku mehkûm hildigirin li Port Jackson, li Sydney ya îroyîn, di 26 Çile 1788 de destnîşan dike.

Ev roja ku li welêt wek betlaneya fermî tê ragihandin, wek cejneke neteweyî tê qebûlkirin.

Back to top button