Li Ekwadorê 21,5 ton madeyên hişbir hat îmhakirin

Welatê başûrê Amerîkayê li Ekwadorê 21,5 ton madeyên hişbir ku bi nirxê 1 mîlyar dolar e hat îmhakirin.

Wezareta Karê Hundir ê Ekwadorê da xuyakirin ku di diroka welêt de îmhaya herî mezin a madeyên hişbir pêk hatiye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin îmhakirina 21,5 ton madeyên hişbir 11 saet ajotiye.

Her wiha di operasyona hişbirê de 17 çek û 5 hezar 400 mermiyên çekan hatiye bidestxistin.

Gerînendeyê Netewî ya Têkoşîna Narkotîkê Wîlyim Vîllaroel da zanîn ku bi vê operasyonê re derbeyek mezin dane gelek rêxistinên sucê.

Li Ekwadorê 60 roj rewşa awarte hatibû ragihandin

Ji ber reva serçeteyê hişbirê Adolfo Masiyas ku bi navê Fîto tê naskirin di 9’ê Çileyê de 60 roj rewşa awarte hatibû ragihandin.

Di çarçoveya rewşa awartê de derketina derve hatibû qedexekirin.

Piştî biryara rewşa awarte jî rêxistinên sûcan hejmarek zêde polîs revandibûn û agir bi wesayîtan dabûn.

Li aliyê din li medyaya civakî jî polîsên ku ji hêla endamên çeteyan ve hatibû revandin dîmenên wan hatibû parvekirin.

Di dîmenan de polîsan alîkarî ji Serokê dewletê Danîel Noboa xwestibûn.

Back to top button