Li Amerîkayê rêbazeke kuştinê hat ceribandin

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêbazeke nû yê kuştinê hat ceribandin.
Li eyalata Alabama ya Amerîkayê kesekê bi temenê 58 salî bi xazê Nîtrojenê hat îdamkirin.
Her wiha rêbazên bi vî rengî ji gelek kesan ve weke rêbazeke dermirovî hat binavkirin û nîqaş li ser vê didomin.

Li eyalata Alabama ya Amerîkayê kesek bi gaza nîtrojenê hat înfazkirin.

Ev rêbaza îdamê cara yekem li welêt hat bikaranîn.

Li Alabamaya eyaleta Amerîkayê cara ewil îdamkirina kesekî bi gaza nîtrojenê li wî welatî nîqaşên li ser îdamê gur kirin.

Dema rayedarên dewletê dibêjin ku ev rêbaz “mirovî” ye, lê wek rexne jî dijmirovî û zalimanê tê binavkirin.

Rayedaran ragihand ku Kenneth Ûgen Smith ê 58 salî, ku ji kuştinê hat mehkûmkirin, li girtîgeha Alabamayê bi xaza nîtrojenê hat îdamkirin.

Bi xazê nîtrojenê kesek hat îdamkirin

Bi vî awayî derziya kujer, ku niha rêbaza herî berbelav e, di sala 1982’an de dest pê kir, yekem car li Amerîkayê rêbazek nû ya darvekirinê hate ceribandin.

Hat diyarkirin ku înfaz bi qasî 22 deqeyan dom kiriye û girtî bi qasî çend deqeyan li ser hişê xwe maye, herî kêm 2 deqe leriziye.

Gotinên dawî yên Smith a hat îdamkirin ev bûn:

“Îşev, Alabama dibe sedem ku mirovahî gavekê bi paş ve bavêje.

Ez bi hezkirin, aştî û ronahiyê dimrim.”

Berî darvekirinê, parêzerên wî îdia kiribûn ku dewletê Smith kiriye mijara rêbazek îdamê ya ceribandinê ku dikare qedexeya Destûra Bingehîn a li ser “cezayê zalimane û neasayî” binpê bike.

Dadgehên federal daxwazên parêzerên Smith red kirin û biryara herî dawî şeva Pêncşemê ji Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî hat.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di 3’ê Çileyê de derbarê vê yekê daxuyaniyek nivîskî dan.

Pîsporên Neteweyên Yekbûyî fikarên xwe yên derbarê îdamkirina Smith de anîn ziman û diyar kirin ku ev yek li dijî rêgezên “Peymana Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî” ye.

Back to top button