DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê ku niha girtî ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi sedema di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin serî li DMME’yê dan.
DMME’yê jî Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît û Tirkiye mehkûm kir.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê ku niha girtî ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi sedema ku di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin alîkariyeke baş wernegirtine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.

DMME’yê têkildarî serlêdana Yuksekdag û Demîrtaş biryara xwe da.

Dadgehê biryar da ku Tirkiyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye.

DMME’yê diyar kir ku di mijara pêvajoyên îtîrazê yên hiqûqa navxweyî de mafê Yuksekdag û Demîrtaş hatiye binpêkirin.

Her wiha di biryara xwe de got;

Yuksekdag û Demîrtaş bi sedema di hiqûqa navxweyî de mafê îtîrazeke bibandor jê re nehatiye dayîn, serlêdan kirine.

Hat ragihandin ku Yuksedag û Demîrtaş ji ber rewşa “rayedarên girtîgehê hevdîtinên bi parêzeran re dişopînin û belgeyên parêzer tînin desteser dikin” bi gilî ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevdîrên behsa bûyerê di çarçoveya biryarnameyeke piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de ketine meriyetê û wiha hat gotin:

“Serlêder, bingeha xwe ji firkaya 4’emîn (mafê bi lez lêkolînkirina rewşa girtî ya li gorî hiqûqê) a xala 5’emîn a Peymanê.”

Di 4’ê Mijdara 2016’an de ji bo Demîrtaş û Yuksekdag biryara girtinê ya demkî hatibû dayîn.

Ji wê demê ve, hevserokên berê yên HDP’ê wekî dîlekî têne girtin.

Back to top button