Sîsî û Netanyahu şerê li ser sînor gotûbêj kirin

Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu têkîldarî şerê li sînorê Misir-Îsraîl pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Misrê, lîderan soza xurtkirina hevkariyên aştî û ewlehiyê dane.

Ji aliyeke din ve Saziya Ragihandina Giştî ya Îsraîlê daxuyakirin ku cenazeyê serbazê Misirî ku 3’ê Hezîranê hatibû kuştin, doh radestî Qahîreyê hat kirin.

Di daxuyaniya Qahîreyê de jî hate gotinê, di encama bûyerê de ji bilî 3 leşkerên Îsraîlê ku hatine kuştin 2 jî birîndar bûne.

Her wiha di nava hêzên Misirê de jî birîndar hene.

Têkildarî şerê li sînorê Îsraîl-Misir lêpirsîn dewam dike

Berdevkê Artêşa Misirê Albay Garîp Ebdulhafiz li ser hesabê xwe yê Facebookê têkîldarî mijarê nivîsand û got:

“Berî şerê sibeha 3’ê Hezîranê nobedarekî sînorî yê Misirî qaçaxçiyên narkotîkê yên ku derbasî Îsraîlê dibûn dişopand.”

Lê hîna li ser çimaniya rûdana bûyerê agahiyek zelal nehatiye parvekirin û lêpirsîn dewame.

Back to top button