Îro li Başûrê îmzeya derxistina PKK ji lîsta terorê hat destpêkirin

Li Başûrê Kurdistanê bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Gelek rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar li Silêmaniyê beşdarî ragihandina kampanyayê bûn. Ji komîteya amadekar Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî li ser kampanyayê axivî û got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya rewabûna doza Kurd û naskirina Kurdan a li cîhanê.”

Însiyatîfa Navnetewî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku berhevkirina 4 milyon îmze daye ber xwe, ragihandibû.

Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, çalakvan hatibû destpêkirin û dewam dike.

Di vê çarçoveyê de îro li eywana Xak li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê jî bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kampanyayek îmzeyan hate ragihandin.

Gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên ji Başûrî beşdarî ragihandina kampanyayê bûn.

Destpêkê Siyasetmedar Ferhat Sengawî li ser Rêber Apo û PKK’ê helbestek xwend.

Piştî helbesta Sengawî, ji komîteya Amadekar Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî li ser kampanyayê axivî.

M. Emîn Pêncwênî: Divê herkes beşdarî kampanyayê bibe

Pênciwênî destpêkê bi bîr xist ku dewleta Tirk û hêzên dagirker ji bo Kurdan tine bikin bi komployekê ya 15’ê Sibata 1998’an a Rêber Apo dîl girtin û PKK’ê xistin lîsteya terorê.

Penciwênî li ser derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî axivî û li ser bandora wê ya ji bo gelê Kurd ev tişt got:

“Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya, rewabûna doza Kurd û Naskirina Kurdan a li cîhanê.”

Siyasetmedar Pênciwênî di dawî de daxwaz ji her kesê kir ku piştevaniya vê kampanyê bike û îmzeya xwe li binê vê kampanyê deynin.

Piştî axaftina Mihemed Emîn Pênciwênî, komîteya kampanyayê xwe da nasîn û li ser kampanyê axaftin kirin.

Herî dawî jî beşdarvanên li salonê mafê axaftinê girtin û bang kirin divê demildest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Back to top button